FEHİM IŞIK

Kurdên Bakur, piştî têkçûna Serîhildana Dersîmê gelek salên dirêj di bin bandora nijadperestiya ‘dewleta nû’ de man. Bi destûra bingehîn a 1924’an, her tişt li ser ‘yek-yek’ dihate damezrandin. Yek dewlet, yek al, yek ziman û yek ol. Ango, herkes tirk bû, ala her kesek sor û sipî bû, ziman tirkî û bawerî jî misilmantî bû.

Kurdan ev yek qebûl nekirin û serîhildan. Heta 1938’an bi dehhezaran kurd hatin kuştin, nefîkirin û tunekirin…

Piştî 1938’an li Mahabadê Komara Kurdistan hate damezrandin. Kurdan, bi piştgiriya Yekîtiya Sowyetê, hem komara xwe damezrandin, hem jî bi çepgiriyê ve hevnas bûn. Lê ev hevnasî, ne hevnasiyek îdeolojîk bû; piranî hevnasiya piştgiriya li dijî kolonyalîzmê bû. Heke hevnasiyek îdeolojîk ba, berî her tiştî ew ê 1’ê Gulanê bi xurtî bihata pîrozkirin. Lê di Komara Kurdistan ya Mahabadê de, Newroz bi xurtî hate pîrozkirin; ala Kurdistanê cara yekem li Qada Çarçirayê xwe li ber bayê da.

Belê, ev hevnasiya kurda û çepîtî belkî ew qas bi xurtî bandora xwe li kurdan nekir, lê hin tovên xwe jî di nav kurdan de reşand. Ji ber vê ye ku Cegerxwînê ku li tevayî dinyayê tê nasîn, ji nav kurdan derket û bi helbestên xwe ve silav ji hemû şoreşgerên dinyayê re şand. Bêgûman, ne tenê helbestvanek wekî Cegerxwîn ji nav kurdan derket; her wiha kurd, bi partiyên nûjen re jî hevnas bûn. Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê (PDK-Î) û pê re jî Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK-I), her çi qas ne partiyên sosyalîst bin jî bingeha xwe ji modêla Yekîtiya Sowyetê girtin.

Ev heyama Komara Kurdistanê, mixabin tenê 11 meh ajot. Sowyeta ku niha ne li ser piya ye, ji dêvla ku gelên bindest biparêze berjewendiya dewletbûnê parast û Komara Mehabadê jî têk çû, serokê Komarê Qazî Mihemed jî hate dardekirin.

Tova li Mahabadê hatibû çinîn, ev car berê xwe da Başûrê Kurdistanê. Di sala 1958’an de li Iraqê rewş guherî û kurdan jî di sazûmana nû ya Iraqê de cihê xwe girtin. Ev sazûmana nû 3 sal ajot. Nijadperestiya Nasir, carekî din bi bandor bû û dest bi dijberiya kurdan kir. Kurd mecbûr man carekî din dest bi şerê çekdarî kirin.

Şerê çekdarî yê ku li Kurdistanê di sala 1961’ê de destpê kir, ji bo Bakurê Kurdistanê jî mîladek bû. Ji alîkî ve tevgera Mele Mustefa Barzanî bandor li Bakuriyan kir, ji alî din ve jî tevgera ciwanên cîhanê bandora xwe li şoreşgeriya ciwan û xwendekarên kurd kir. Hin kurdên salên 60’î di nav Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê (PDK-T) de xebitîn; hin ên din jî di nav Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) de cîhê xwe girtin. Ev yeka her wiha axa mirî ya li ser kurda jî avêt.

PDK-T, di nav cemawerên kurd de hinde belav nebû. Kurd bi riya TÎP’ê piştî têkçûna Tevgera 1938’an carekî din derketin qadan û di parlamentoyê de ciyê xwe girtin. Lê hê jî ne Newrozên girseyî û ne jî 1’ê Gulanê li qadên li Bakurê Kurdistanê cihê xwe nedîtîbû. Kurdan, Newroz wekî kevneşopek bi piranî li gundan pîroz dikirin. Di Newrozên gundan de, ew hestên netewî jî gelek li paş mabûn. Sembolên ku dema Komara Kurdistanê di Newrozê de cihê xwe girtibûn, ango Kawayê Hesinker û serîhildana li hember zordariyê di Newrozên kurdan de nedixuya. Newroz, zêdetir wekî cejnekî ji rêzê dihat pîrozkirin. Ciwanên kurd yên di nav TÎP’ê de jî, çepgirî û kurdayetî bi hevre dimeşandin.

Guherînên esasî yên li siyaseta kurd, piştî sala 1971’ê çêbûn. Ciwanên şoreşger hatin îdamkirin. Piraniya ciwanên şoreşger hatin zîndanîkirin û gelekên wan jî mecbûr man derketin dervayî welat. Lê di vê heyamê de her diçû bandora çepgirî li ser kurdan zêde dibû. Piştî sala 1974 û 1975’an, kurdan jî destpêkirin partiyên xwe yên serbixwe û çepgir damezrandin. Li Bakurê Kurdistanê gelek hêzên nû derketin holê. Her weha li Başûr, Rojava û Rojhilat jî hêz û partiyên çepgir di qada siyasî de cihê xwe girtin. Hevnasîna sembolên çepîtiyê, bi taybet jî pîrozkirina 1’ê Gulanê piştî van salan zêdetir hate dîtin. Êdî ne tenê 1’ê Gulanê, Newroz jî sembolên xwe dîtibûn. Kurdan, li Kurdistanê jî, li gelek dewerên Tirkiyê jî Newroza xwe bi gurzên Kawayê Hesinker, 1’ê Gulanê jî bi karkerê ku zînciran diqetand pîroz dikirin.

Dikarim bêjim ku di destpêkê de, ango di dema nifşa 1978’an de, pîrozkirina 1’ê Gulanê ji Newrozê pêşdetir bû. Ji 1976’an û pê ve her 1’ê Gulanê li qadan bi dehhezaran ve, lê Newroz jî piranî li salonan, wekî şahiyek hunerî dihat pîrozkirin. Bêguman, di herdu pîrozikirinan de jî yên derdiketin pêş sembolên çepgirî û sosyalîzmê bûn.

Divê bi kurtî be jî ev yeka were nirxandin.

Her wan salên navborî de, ango piştî ku tevgera kurd xwe ji tevgera çep ya Tirkiyeyê veqetand û rêxistinên xwe yên serbixwe derxistin holê, derdê herî mezin xwe xurtkirin û berfirehkirin bû. Di vir de esasek din jî xwe meşrûkirin bû. Tekoşîna meşrûkirinê bi du aliyan ve, ango hem li hember dewletê û hem jî li hember hêzên çepgir yên Tirkiyê ve dihat meşandin. Dewletê mafê kurda qebûl nedikir, li hember kurda bi kiryarên tund tevdigeriya. Piraniya hêzên çep yên Tirkiyê jî veqetandina kurdan wekî mafek rewa nedidît. Kurd ji ber vê yekê bû ku piranî li 1’ên Gulanê derdiketin qadan. Di van qadan de hêza xwe ya siyasî nîşanî dewletê didan, her wiha pirsgirêka xwe ya netewî dixwest ji çep û sosyalîstên Tirkiyê re jî bide qebûlkirin. Heke, çepgir û sosyalîstên Tirkiyê Newrozê jî wekî 1’ê Gulanê pîrozbikirana, bawer bikin ew ê kurd di Newrozan de jî wekî 1’ê Gulanê derketibana qadan. Lê Newroz ya kurda bû, tenê ji kurda re mabû. Ji ber vê jî ne li qadan, li salonan dihat pîrozkirin. 1’ê Gulanê ne usa bû. Ew diviya her tim li qadan were pîrozkirin.

12’ê Îlonê, rewş guherand

Kurdan, piştî 12’ê Îlonê dest bi şerê çekdarî kirin, di vê navberê de jî tevgera sosyalîst ya Tirkiyeyê jî her çû lawaz bû. Di van salan de jî yê derket holê, piranî sembolên neteweyî bûn. Newrozê, di nav van sembolên neteweyî de cîhê herî esasî digirt. Heta niha jî ev rewş neguheriye. Newroz, dîsa bi sembolên netewî yên kurda tê pîrozkirin. Her weha, çepgir û sosyalîstên Tirkiyê jî êdî sembolên netewî ya kurdan dibînin. Tiştê li ser vê yekê hatiye zêdekirin, 1’ê Gulanê ye. Kurd ne tenê li Newrozan, di 1’ê Gulanan de jî bi bandor derdikevin qadan. Dibe ku mirov vê yeka jî lê zêde bike. Ango ew tiştên ku diviya bû di destpêka salên 1970’yî de destpê bike, piştî salan, berevê berêve, bi taybet jî piştî sala 1989’an ve destpê kir.

Niha kurd bi hestên netewî Newroza xwe, bi hestên gelemperî jî 1’ê Gulana xwe pîroz dikin ku bawer im ew ê aşitiya mayînde jî bi vê wekheviyê esasa xwe bibîne.