LI PIŞT BARÎKATÊ WELATE

 

BULENT GEDÎK

Gel serê sibehê zû, bi bêdengî barîkat bilind kir. Barîkat ji her demê bilintir û qewîntir bûn. Li derbaseya berbajarê Saînt-Antoineyê li ser barîkatê aleke sor pêl dida.

Bulvara Saînt-Denis’ê bi çeperan hatibû zexmkirin. Bulvar, barîkatên kuçeya Clêryê û malên derdorê yên ku her yek ji wan dageriyabû keleheke rastîn pergaleke parastinê ya tam pêk dianîn. Weke ku me duh jî vegotibû, pevçûna ewil a girîng aha li vê derê dest pê kir. Mufrezeyeke Mihafizên Neteweyî ya hêzdar ji teniştê ve êrîşek bir ser barîkata Clêryê. Ji barîkatparêzan gelek kes paş ve vekişiyan. Bi tenê, heft zilam û du jin, du keçikên karker ên xweşik û ciwan li cihê xwe man. Yekî ji heft zilaman, al di destan de hilkişa ser barîkatê. Yên din dest bi gulebaranê kirin. Mihafizên neteweyî di cî de bersiv dan, ê ku al radikir ket. Li ser vê yekê, keçikek karker a bedew, bejndirêj û çepilrût ku kincên rind di ber de bûn, al hilgirt, di ser barîkatê re derbas bû û çû ser mihafizên neteweyî. Gulebaran didomiya, keçik tam dê bigihişta ber singûyên wan, mihafizên burjuwayên neteweyî li keçika ciwan xistin. Di heman kêliyê de, keçikek karker a din xwe avêt pêş û rahişte alê, serê hevala xwe rakir û dema fehm kir ku ew miriye bi nefretê kevir barandin ser mihafizên neteweyî. Wê jî di bin gulebarana burjuwayan de can da. Agir her diçû gurtir dibû û hem ji paceyan hem jî ji barîkatan gule dihatin berdan; refên mihafizên neteweyî sist bûn; di dawiyê de alîkarî hat, êrîş kirin û barîkat bi dest xistin. Ji heft barîkatparêzan tenê kesek sax mabû; ew jî hate bêçekkirin û dîlgirtin. Ên li hemberî neh karkerên ku du jê jin bûn ev lehengî kirin şêrên lejyona duyemîn û gurên borsayê bûn.” Friedric Engels

Engels di pûşpera 1848’an de, li Parîsê tevlî şerên kuçeyan bibû. Li kuçe û kolanên Parîsê digeriya û ji bo rojnameyeke Almanan pevçûn dinivîsandin.

Çend meh berê, di reşemiya 1848’an de, çîna karkeran bi burjuwaziyê re tifaq çêkiribû, di bin ala burjuwaziyê de şer kiribû û monarşî têk biribû.

Piştî şoreşê komar hate îlankirin, mafê dengdanê yê gelemperî hate qebûlkirin, Atolyeyên Neteweyî hatin avakirin û bi vî awayî ji bo her kesî ewlehiya kar hate bidestxistin.

Burjuwaziyê piştî ku desthilatdariya xwe saz kir dev ji tifaqê berda û dest bi jiholêrakirina destkeftinên çînên kedkar kir. Atolyeyên Neteweyî girtin. Li ser vê yekê çîna karkeran cara pêşîn di van rojên pûşpera 1848’an de weke çîneke serbixwe derket holê, ji bo berjewendiyên xwe daket kolanan û şer kir.

Di van şerên kuçeyan de, çîna karkeran hemû girseyên bindestan di bin ala xwe de civandibûn. Ên ku piştî şoreşa pîşesaziyê ji çolteran veqetiyabûn û li bajaran li hev kom bibûn, ên ku bi siftbûna aboriya kapîtalîst re feqîr ketibûn, ji çînên navîn qetiyabûn û tevî girseya bê- milkan bibûn, ‘hosteyên komployan’ (Marks), dildarên çaxê zêrîn, dilxwazên utopyayan, ‘koçberên Parîsê yên rastîn’ (Haussmann), ‘xirtola sefîl’ (Thiers), ‘qelebalixa reş, tebeqeya avam, ên ku betal digerin û zarokên kuçeyan’ (Hugo) (…) hemû li wir bûn. Vekişiyan pişt barîkatan û şerekî xedar dane destpêkirin.

‘Kevirên peyarêyê li ser hev nijîbûn û keleh pêk anîbûn’ (Baudelaire), kuçe û kolanên Parîsê ku careke din ‘gerdenî kiribûn stûyê xwe, çiqasî lê hatibû’ (Hugo). Burjuwaziyê bi top û bombeyên şewatê êrîşî barîkatan kir û bi qirkirineke xwîndar raperîn tepeser kir.

Çîna karkeran bin ket, lê raperîna pûşpera 1848’an çîna karkeran wekî çîneke serbixwe ya ku ji bo xwe têdikoşe derxist holê. Ji van rojan û vir ve di navbera her du çînên dijraberçîna karkeran û burjuwaziyê- de barîkatê ‘xeteke levabûnê’ (D. Harwey) pêk anî. Di berdewema têkoşîna çînan de, ev xet her diçû hêj xurtir û diyartir bû, bû remz û semboleke şoreş û raperîna çîna karker û kedkaran.

Yeksanî, dadmendî, civateke demokratîk û parvekirineke adîlane, ango bi kurtasî jiyaneke mirovane her tim xewn û xeyalên mirovan xemilandine. Destan û lawijên gelerî, (di dema pêşverûtiya xwe de) tevgerên olî û doktrînên tesewûfî, vegotinên çaxê zêrîn û utopyayên çaxê ronahiyê tim ev hesreta mirovan a qedîm, bêriya civateke azad û yeksan, hesreta ‘bihuşta li cîhanê’ aniye zimên.

Ev hesreta bindestan, di sala 1871’ê de li Parîsê bi navê komun şênber bû. Komunarên Parîsê ‘derketin fethkirina asîmên’ û xwebirêvebirina xwe îlan kirin. Wan amûra dewleta serdestan a burokratîk feşiland û komuna ku peyana ewil a dewleta karkeran bû, li şûna wê ava kir; gel bi rasterê beşdarî rêvebirinê kir. Hêza çekdar a serûber belav kir û gelê çekdarkirî xiste cihê wê. Komunê ligel kêmasiyên xwe welatê kedê ava kir û bi domana 71 rojan ev yek parast.

Wexta ku parastina komunê têkçû û hêzên serdestan têketin Parîsê ‘çîna karkeran careke din vekişaya pişt barîkatan’ (W. Benjamin) barîkat wekî qalikekî ku tovê xwe di nav de dihêvişîne, bû parêzgeha komunê, ango parêzgeha hêvî û daxwaza hemû bindestan. Jê pê ve qalik û tov bi hev ve kelijîne. Çi çaxê ku vî qalikî rûyê xwe yê dostanî nîşan daye tov ango komunê jî di pişt wê de bi şewqa xwe dilê bindestan germ kiriye. Barîkatan xeta sînorê welatê kedê pêk aniye.

Di pûşpera 2013’an de, sûrên kelehê vê carê li navenda Stenbolê, li Taksîmê bilind bûn. Ji gelek tebeqeyên gel bi hezaran mirov dest dane hev û li hemberî hovitî û çorsiya desthilatdariyê berxwedaneke dîrokî meşand. Gel bi vîna xwe ya azad qadeke xweser li pişt barîkatan pêk anî û bi rojan sînorkirî be jî welatê yeksanî û azadiyê ava kir. Berxwedêrên Parka Geziyê ala Komuna Taksîmê bi awayekî dozînî bilindî asîmên kir bi vî awayî rengê kedê da berxwedanê.

Îro jî ev heman xet, ev heman qalikê hişk geh li Cizîr, Nisêbin û Farqînê, geh li der û deverên din ên welatê kurdan ê qedîm, tê dîtin û nîqaşên li ser xweserî, xwerêvebirin û xweparastinê bi xwe re tîne.

Ev têgîn ji demeke dirêj ve dihatin nîqaşkirin lê piştî şerê Suriyeyê yê navxweyî bi awayekî pratîk ketin rojeva gelên Tirkiye û Kurdistanê. Aloziyên li Rojhilata Navîn, şer û pevçûnên navxweyî, mudaxeleyên derveyî û birêxistinbûna gelê kurd rewşeke şoreşgerî derxist hole. Bi rêberiya Tevgera Azadiya Kurdan, gelê kurd û gelên din ên herêmê bi berxwedaneke dîrokî xwe parastin û cih û warên ku lê dijîn azad kirin û kanton ava kirin. Li ser bingeha komunan hilberîn û parvekirina pevrayî birêxistin kirin û pengavên ewilên jiyaneke azad û wekhev avêtin.

Di vê pêvajoyê de bi awayekî eşkere derket holê ku desthilatdarî ango hikumeta AKP’ê bi pêvajoya çareseriyê, tenê bêçekkirin û bêrêxistinkirina kurdan ji xwe re kiriye armanc. Ji aliyekî ve di hundir de pêvajoya tesfiyekirina tevgera kurdan dimeşand ji aliyekî din ve jî li derve li hemberî kantonên Rojava şerekî qirej dida meşandin. Piştî ku li hemberî berxwedana gelan hemû plansaziyên wê têk çûn wê

şerekî tolhildanê yê xedar da destpêkirin. Û bi ser ket. Derfetên desthilatdariyê ji bo bijartina rê û rêzbazên têkoşîna navxweyî ya li hemberî reqîban bes in. Li hemberî vî şerê qirêj gel da ku xwe biparêze û wekî mînakên li kantonên Rojava jiyaneke pevrayî birêxis- tin bike careke din vekişiya pişt xendek û barîkatan û ala komunan bilind kir.

Qalik vê carê li bajarên Kurdistana bakur, li berbajaran, di kuçe û kolanan û derbaseya navçeyan de bi hemû wurşedariya xwe berz û bilind dibe. Heman tovê di nav xwe de dihêvişîne. Keç û xortên egîd axa welatê xwe, welatê kedê, jiyaneke pevrayî ango komunan diparêzin, xwîn û xwîdana xwe tevî hev dikin û avê didin vî tovî.

Tov reh berdide axa welat.

 

 

ÇAVKANÎ:

Li Fransayê Şerên Çînan 1848-1850, Karl Marks, Weşanên Sol

Li Fransayê Şerê Navxeyî, Karl Marks, Weşanên Sol Paytexta Moderniteyê Parîs, David Harwey, Weşanên Sol Pasaj, Walter Benjamîn, YKY

Sefîller, Victor Hugo, Weşanên Sosyal