ROJA NÛ
ÎSMAÎL DÎNDAR
Çanda gelan, rasterast bi dîrok û şert û mercên jiyana wan ve girêdayiye. Teşejiyana neteweyekî û her wiha berhemênher cure wêjeyî, hunerî, zargotin, kevneşopî, heta bi ol û baweriyan jî bi heman kirûyê dirûv digirin û di nav pêlên jiyanê de şênber dibin.
Efsane jî yek ji wan hêmana ye ku pir-hindik rewş û rewişta jiyana neteweyî rave dikin. Ku tirk di erdnigariya xwe de ji ber şert û mercên neyînî yên erdnîgarînetengijiyana û bêçare nemana, dê koçber nebûna,dê ji cih û warê xwe belav nebûyana û her wiha dê efsaneyeke mîna Ergenekon jî pêk nehata.
Kirûya NEWROZê jî bi heman awayî ye. Ku mirov li vê kirûyê bi kîtekît hûr bibe, dê dîmen û rewşa rabirdûya kurdan a di nav rûpelên dîroka xopanê de mîna di awêneyeke berîqî de bi hêsanî bête dîtin.Nexweşiya Dehaqî û dermanê birîna wî rasterast vegotinapergala kedxwarî, dagirkerî û mêtingeriyê ye kubindestiya kurdan li seranserê dîrokêjî rave dike.
Kirûya ku di wê rewş û pêvajoya ku her roj xortên kurdan dido dido dibine qurbana desthilatdariyê de, mirovekî mîna KAWA derdikeve û dibêje “Êdî bes e!”, rewişt û encama pêvajoya zilmê, xweş li ber çavan radixe. Hilanîn û komkirina xortên kurdan li serê ÇIYA jî erdnigariya kurdan, pêdivî,girîngî û hêza BIRÊXISTBÛNê yek bi yek dide zanîn. Çalakiya ku tê amedekirin, bi wêrekî ûbi biryarî dikeve meriyetê jîdaxwaz û vîna jiyanê ye ku heta hetayêtovên hêviyê li ser vê xakê hatine çandin.
Ji bilî van, kirûya NEWROZê, rastiyeke dî di dîrokê de radixe ber çavan û di mêjiyan de dimeyîne ku zilm bê tundî, desthilatdarî bê zor ji holê ranabe, bi dawî nabe. Û ev rastî, bi pêşgotina ‘Zor zane, zêr zane, devê tivinga mor zane.’ Di ziman û çanda kurdî de cihê xwe wergirtiye.
Li vê derê mirov dikare li ser fîgura pîşeya KAWA jî hûr bibe ku Kawayê HESINKAR, ligel ku sembola KEDê ye, rastiyake dî ya dîrokî û diyalektîkî ev e kudi şeran de belengaz diperçiqin, berdêl didin û daxwazkar û têkoşerê azadiyê jî dîsa heman kes, ango çîna belengaz û perîşanan e.
Mirov ji kîjan hêlê û dikîjan çarçoveyê re binêre, reng û rewişta ŞOREŞGERÎ di vê kirûyê, ango di vê efsaneyê de mîna tîrêjên rojê xuya ye.
Ku îro em li xaka Kurdistanê û rûdanên li ser wê binêrin, em dibînin ku tovên van nirxan in ên ku şîn dibin û her roj li hêleke Kurdistanê kulîlk vedikin. Lê sed û yek car mixabin ku marên mêjîxwur ji qralên vê erdnîgariyê ne kêmtir in. Û her yek ji wan mîna hûtên heftserî, ji xwarin û daqurtandina ciwanên kurdan têr nabin.
Û di vê kêliya ku mirovahî di nav hemû xweşî û şadiya sedsala bîst û yekem a modern û pêşketî de li gorî dilê xwe dijî, gund û bajarên kurdan hê jî warê şewatê, qadê şer in. Weke ku di efsaneyê de cih girtiye, ne her şev lê belê her kêlî û her saet zarokên kurdan dibîne qurbana desthilatdariya zalimên kevnare.
Weke ku ji efsaneya navborîjîtête xwendin, kurdan di dîroka xwe de, li ser navê xwe, bi kirasê xwe yê neteweyî, carekê jî êrîşîkesî nekirine, welatekî dagir nekirine. Weke ku di berhema dîroknasê yewnanî Ksenophon, abi navê “Vegera deh hezaran” de jî tê vegotin (Kurd, nahêlin leşkerên yewnan di welatê wan re derbas bibin)û heta vê rojê, kurdher tim di nav şer de bin jî, ew ne êrîşkar in, ne dagirker in lê radest nebûne, bindestî nepejirandine, tim û tim berevaniya welatê xwe kirine, ax û ava xwe parastine. Jixwe hêmaye mezin a ku efsaneya NEWROZê dihundirîne, li hember zilma ku her roj serê du xortên kurd dixwaze; BERXWEDAN e.
Îrokurd hin bi hin ber bi netewbûn û yekbûnê ve diçin û dixwazin bi vîna xwe, li ser axa xwe jiyaneke birûmet û bextewer ava bikin lê mixabin mêtingerên ku bi sed salan xwîna wan rêtine û mêtine, nahêlin kurd bi axa xwe, bi jiyana xwe şa bibin. Her roj bi dehan, sedan ciwanên kurd ji hêla Dehaqên heyama hemdem ve bi rêbazên hovana têne kuştin.
Çawa ku efsaneya NEWROZê, bi hemû liv, naverok û peyama xwe; di dîroka kurdan û bi gelemperî di dîroka gelên MEZOPOTAMYAyê de, wate û cihê xwe yê dîrokî û her wiha çandî wergirtiye û di dîroka vê erdnigariyê de bûye navê rûpeleke spî, destpêka pêvajoyeke nipînû; îro jî teşejiyana ku kurd bi taybetî li ROJAVAyê kurdistanê û bi gelemperî li hemû Kurdistan û mezopotamyayê dixwazin ava bikin, rûpeleke him mîna rûpela ku bi pêşengiya KAWAYÊ HESINKAR vebûye ye SPÎ yehim jî ji berkubi hevkarî û alîkariya gelên dî yên vê erdnigariyê pêk tê rûpeleke NIPÎNÛ ye.
Bêşik bi hevkarî û hêza keda hemû gelên vê erdnigariyê, ROJEKE NÛ hiltê, PÊVAJOYEKE NÛ dest pê dike, bi destê MIROVA/Ê NÛ, JIYANEKE NÛ dest pê dike. Serkeftin û mayindeya vê jî, weke her carê bi hêz û bi birêxistina rast ve girêdayî ye.
Çawa ku mirovahî, li ser vê qeta dinyayê bi ser ket û bû pêşeng û gelek behreyên jiyanê afirandin, hêvî heye ku dê jiyana hevpar a dadlane jî li ser vê qetê şîn bibe û li hemû cîhana qerêjî belav bibe. Dê ev vîn û ev bîrdozî bibe roj û bi tîrêjên xwe yî ronîdar, hemû cîhanê ronî bike.