ŞOPÊN DÎROKÊ BI TEVÎ MIROVAN KUŞTIN!

 

YILDIZ ÇAKAR

 

Amed; li ser dika hebûna xwe yekem car rastî êrîşeke ev çend hovane hat. Niha derî û dîwarên Amedê di bin barûdê de têne hilweşandin.

Kesên ku nizanibin wateya şer ka çi ye, ji bo wan şer tenê di televizyonan de tiştek e ku tê temaşekirin. Hinek fîlm e, hinek bela ye, hinek jî wek ew bela ji bo gelan hatibe heqkirin. Lê di van xalana de, tu car, tu gel vê belayê li xwe danayne û rastiya di pişt perdeya şer de jî her qebûl nake, nabîne jî. Kesên ku ji dûrî ve, ji cama televîzyonê dema seyr dike, haya wan ji çîroka şer a lêlê û lolo nîn e. Îjar ger hûn li bajarekî bijîn û xaniyê we bi ser we de were hilweşandin, dayika we li ber deriyê malê were kuştin, êşa kuştina dayika we li hêlekê, bi rojan hûn di şibakeyê de li cendekê dayika xwe yê li kuçeyê mayî temaşe bikin û hûn nekaribin wê ji wê derê rakin û li gor urf û edata dîn û oldariyê binax bikin… Li rûyê dinê hin tişt hene şikl û terîfa wan tuneye. Dema li mînakan pay dikim, li Cizîrê, “dayikek li ber deriyê xwe tenê ji ber kurdbûna xwe tê kuştin û zarokek di şibakê de li dayika xwe ya ku nizane ka di wê deqê de miriye yan hîn sax e di nava bêçaretiyê de tenê li dayika xwe ya di nava gola xwînê de ye dinêre…” – ger herkes dayika xwe bîne ber çavê xwe belkî empatiyek çêbe.-

 

Sûr, dîroka qedîm…

Di dîroka kurdan de, Cizîr û Sûr du cihên girîng in û di hebûna kurdan de du kelehên mezin in. Ev her du keleh, bi efsaneyên xwe, bi mîmariya xwe, bi kilam û helbestên xwe di dilê her kurdekî de xwedî wate ne. Ev bi qasî sê meh in qedexeya li ser Sûr û Cizîrê didome, bi sedan kes hatin kuştin, bi sedan xanî hatin xerakirin, her wiha cihên dîrokî wek mizgeft, dêr, hemam, minare, xaniyên kevn, xan, di vî şerê ku heta niha emsala wî nehatiye dîtin de bi bombebaranê hatin xerakirin, yên mayî jî hatin şewitandin. Peyama di vir de ewqas eşkere ye ku dewletê bi kuştina kurdan dilê xwe rehet nekiriye her wiha xwestiye şopên wan ên yên dîrokê jî bi êrîşeke tund û hovane ji holê rake -ji dîmenan tê xuyakirin gelek cihên dîrokî hatine hilweşandin û şewitandin.-

Van 40 salên dawîn, li Kurdistanê şerekî qirêj her berdewam bû. -Mînak Amed- Ji kîjan Amedî bihata pirsîn wê bigota, ev bi salan e, em li ser axa xwe têne kuştin, têne windakirin, malên me têne talankirin, bi ser de jî em têne sirgûnkirin. Kurdên ku di nava rojê de, bi guleyên ku ji paşstûyê xwe de dixwarin û dihatin kuştin, cenazeyên ku wekî tiştekî rûtin didan ser milê xwe… lê heta îro qet nefikirîbûn ku rojek şer wê were orta bajêr û bajarê wan bi ser serê wan de were xerakirin. Baxda hilweşiyabû, Heleb hilweşiyabû, lê ev li Amedê nedibû. Wekî kesên ku niha ji bo Enqerê îhtîmala tiştekî wiha nadin, şêniyên Amedê jî demek berê îhtîmal nedidan.

Gelo bo çi şêniyên Amedê îhtîmala hilweşandina bajarê xwe nedidan an nedifikirîn?

Amîd, Amîdî, Amîde, Kara Amîd, Diyârû Bekr, Diyarbekir, Diyar-i Bekr û herî dawî Diyarbakir navê vî bajarê qedîm ku di her serdemekê de rastî şerê dijwar hatiye, lê ji bilî navê xwe her taybetiya xwe û şopên dîroka xwe di nava bircan de hewandiye. Ne artêşa Îskender û Persiyan ku dema li Mezopotamya bi hev ketin, ne jî artêşa Îslamê dema ji destê Bîzansan ev bajar girt, ne jî Timurleng ji vê erdnigariyê dema ber bayê ket, ji van kesî destê xwe nedan nava -Sûrê- bircan, dêran, mizgeftan, hemaman, xanan, xaniyan… tu kesî ew xera nekirin û hilneweşandin.

Di dîrokê de kîjan artêşê berê xwe daye bajarê Amedê, ji bajar pênc km. bircên Amedê ev artêş pêşwazî kiriye. Tu car bi van pêşwaziyên xwe bircên Amedê nehatine hilweşandin û kîjan artêş ji deriyê bircê ketiba hundir, bajar êdî yê wan bû.

 

Bajar, mirov, xewn, xeyal…

Yavûz Sûltan Selîm di sala 1516’an de, li Mercîdabikê dema şer kir axa Sûriyê û Misirê êdî di sînorê Osmaniyan de bû. Her wiha bajarê Amedê jî êdî ji zû de bibû bajarekî dewleta Osmanî ya 500 salî. Navê dewletan û navê serdeman guherîbû îro. Berdewamiya dewleta Osmaniyên a 500 salî ya niha bi navê Komara Tirkiyeyê, her çiqas bibêje Amed bajarê min e jî, li ser dika dîrokê yekem care bi tanq û topan, bi çekên giran di nava bircan de -Sûrê- dest bi şerekî dijwar kiriye. Ev şer şerekî wiha ye ku gulebarana nava bircan -Sûrê- ne tenê qetlîam û kuştina mirovan, her wiha qetlîam û kuştina dîrokekê ye jî.

Heta îro, bi dehhezaran însan di nava bircan de, bi kevneşopiyên xwe, bi çand û dîroka xwe di wan xaniyên kevnare de jiyana xwe didomandin, her wiha ji bo kesên ku wek turîst dihatin jî dibû cih û warê geştê. Dêr û mizgeft, îbadetxaneyên kesên xwedî baweriyên cihê, her wext ji bo mirov û îbadetê vekirîbûn. Çarşiyên kevnare, xanên mezin ku ji bo danûstandinê cihê herî geş bûn li nava bircan -Sûrê-. Qada Gazî -Deriyê Mêrdînê- ku heta niha di hiş û ruhê şêniyên vî bajarî de her dem cihê zindîbûna bajar bû, niha bi wesaîtên leşkerî, bi alavên modern ên şer, dengê tanq û topan, leşkerên rûpoş bû tabloyeke reş ya dîroka vî bajarî.

Ev dîroka reş, ne tenê kuştina mirovan, her wiha kuştina şopên dîrokî yên vî gelî, tunekirina binehişiya ruhê bajêr, nasnameya wî, xatireyên bi sedan salan ku di nava kevirên reş ên nêr û mê de hatine nexşandin jî…

 

Hêviya aştiyê nema

Ji pêvajoyeke ku gel bawerî dianî ku wê girtîgeha Amedê bibûya muzeyeke şermê ya ku ji pêkanîna gunehên mezin mekanek bo îbret bibûya, ji bo dîroka mirovahiyê. Gel bawerî dianî ku wê şer li her cihî rawestiya û aştî bi ser biketa. Gel bawerî dianî ku riya siyasetê ji bo mafgirtinan riya herî baş a yekem bû. Bi çarçoveyeke giştî, yekem car gel peyva “aştiyê” li ser destan girtibûn. Heta ji ser destê xwe radikirin maçî dikirin û didan ser eniya xwe. Ji ber ku kurdan êdî nedixwest ji tu aliyan ve kes were kuştin. Di nava çend salên dawîn de êdî her kes hatibû wê astê, ji dêvla çekan, qelemê dikarî vî şerî bida sekinandin. Baweriyeke wiha her mezin bibû di destê dayikên kurdan de. Ne tenê dayikên kurdan, zarok, ciwan, siyasetmedar, heta-heta rê, çiya, dar, kulîlk, deşt, zinar…. -aştiyê- dikarîbû dojeh wergeranda bihuştê. Lê bi yek carê şerekî nedîtî, şerekî bêemsal, di nava bircan de -Sûrê- dest pê kir. Yên ji canê xwe bûn, yên ji malên xwe, yên ji zarokên xwe bûn, yên ji dayikên xwe, yên ji bavê xwe, yên ji xewn û xeyalên xwe bûn. Ne tenê ev ji hemû xatireyên xwe, ji riyên mala xwe, ji dengê cîranên xwe bûn. Na, ne tenê ev jî, ji jiyana xwe bûn, vî şerî ew baweriya aştiyê li ber bayê felekê xist û bir. Êdî wateya peyva “aştiyê”, di bin alên spî yên di destê dayikên kurdan de ji bo ku karibin zarokên xwe bi nax bikin têk çû û ew jî mir. Ger navê welatê we Kurdistan be, bajarê we bi ser serê we de were hilweşandin, wê çaxê bizanibin li wir “aştî” miriye.

Şer, her dem a xwe dike, çi tê ber dadiqurtîne hûrê xwe. Niha jî hûrê şer bi xwîna zarokên kurdan, dayikên kurdan, ciwanên kurdan tijî bûye. Heta ev hûr ewqas hûrekî bixwîn û tarî ye bajarên kurdan jî niha daye ber xwe û bi zorê dixwaze daqurtîne. Lê hinek bajar hene, werin daqurtandin jî, werin tunekirin jî, dîsa ji ariya xwe diafirin û hûrê hûtên devbixwîn û destbixwîn diçirînin.