ÇARENÛSA KURDAN Û ZIMANÊ KURDÎ YEK E
SAMÎ TAN

Ev nêzî deh salan e ku kurd roja destpêkirina weşana kovara Hawarê wekî Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Danerê vê cejnê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ye. Vê saziya ku gelek partî û rêxistinên kurdan di bin banê xwe de gihandine hev rojên 14-15-16’ê gulanê wekî rojên cejnê diyar kiribûn. Lê piştre ji wan rojan 15’ê gulanê zêdetir derket pêş, ji ber ku paşxaneyeke dîrokî ya wê rojê hebû anku destpêkirina weşandina kovara Hawarê bû. Her wekî tê zanîn, Mîr Celadet Elî Bedirxan di 15’ê gulana 1932’yan de dest bi weşandina vê kovarê kiriye û tê de cara pêşîn alfabeya kurdî ya bi tîpên latînî hatiye bikaranîn. Her wiha di nav rûpelên kovarê de cara pêşîn rêz û rêzikên zimanê kurdî, zaravayê kurmancî bi berfirehî hatine nirxandin. Li gel vê yekê, hinek nivîs û nirxandin bi zaravayên din ên kurdî (soranî û kirmanckî) jî di nav rûpelên Hawarê de ji xwe re cih dîtine.
Îro rewşa zimanê kurdî çi ye? Helbet rewşa kurdî ji rewşa kurdan nayê cudakirin. Di vê heyamê de ku li kuçe û kolanên şar û şaroçkeyên kurdan şerekî dijwar heye, hêzên dagirker malên kurdan didin ber topan û bi tankan dikevin kuçe û kolanan, dê rewşa kurdî jî ewende ne baş û seqamgîr be.
Îro xebatên kurdî yên ku bi pêşengiya şaxên Kurdî-Derê dihatin kirin, ji ber şer û lêkdanan li gelek şar û şaroçkeyan rawestiyane. Berî ku şer dest pê bike, li çend cihan dibistanên azad ji hêla saziyên kurdan ve hatibûn vekirin. Dibistanên ku li Amed, Gever û Cizîrê vebûbûn, piştî ku gelek caran ji hêla hêzên dewletê ve hatibû mohrkirin, bi liberxwedana gel ji nû ve hatibûn vekirin. Lê belê piştî ku şerekî gur dest pê kir, perwerdehiya li dibistanên azad ên van bajaran li van deran rawestiyan. Her wiha li cihên mîna Silopî, Cizîr, Hezex, Farqînê xebatên Kurdî-Derê jî rawestiyane. Li Farqînê avahiya Kurdî-Derê bi destê hêzên dewletê hatiye şewitandin.
Gavên beravêtî yên ku di “pêvajoya çareseriyê” de hatibûn avêtin jî îro qels û lawaz bûne. Her wekî tê zanîn gavên dewleta tirk a di warê zimanê kurdî de di warê kursên kurdî û weşanên radyo û televîzyonan de bûn. Aqûbeta kursên fermî pir-hindik tê zanîn, kursên fermî yên ku vebûbûn bi biryara xwediyên kursan hatibûn girtin.
Weşana radyo û televîzyonan di 2009’an de bi vebûna TRT-6’ê kete qonaxeke nû. Lê belê TRT-6’a ku piştre navê xwe kir TRT-Kurdî dest bi weşaneke li gorî û bîr û bîrdoziya fermî ya hikumeta AKP’ê kir. Ji destpêkê heta niha wê televîzyonê ji aştî û aramiyê zêdetir xizmeta kûrkirina dubendî û nakokiya nava kurdan kiriye û bûye navgîneke şerê taybet a li dijî gelê kurd. Piştî vê gavê, gava duyemîn di warê perwerdehiya li zanîngehan de hatibû avêtin. Li çend zanîngehan enstîtuyên zimanên zindî vebûn û wan enstîtuyan pêşî wekî bernameyên kursan, piştre bernameyên lîsansa bilind û lîsansê niha jî bernameyên doktorayê vekirine. Lê belê van xebatan jî xizmeta çareseriyê nekir.
Niha ev beş bi temamî ketine di destê layengirên hikumetê û wekî navgînên kedîkirina kurdan têne bikaranîn. Serdarên van beşan bi piranî kesên ne-ehil in û ji hest û nêrîna neteweyî dûr in. Ew ên ku bi hestên neteweyî beşdarî van xebatan dibin jî ji hêla rayedarên dewletê ve têne çewisandin û tepeserkirin.
Îro helwesta li hemberî hîndekarên welatparêz nîşana vê yekê ye. Bo nimûne Enstîtuya Zimanê Zindî ya Zanîngeha Artûklûyê ji ber ku li gorî hêvî û daxwazên AKP’ê tevnegeriya, tevî hemû hewldanên xwe jî destûr nehat dayîn ku ew bernameya doktorayê veke, lê belê li cihên mîna Zanîngeha Dîcleyê tevî ku tu amadekarî û kadroyên wan nîn in jî, karîn bi hêsanî bernameya doktorayê vekin. Jixwe piştî daxuyaniya bi sernavê “Em ê nebin hevparên vî sûcî” hatin serê akademîsyenan nîşan da ku çendî li zanîngehan derfeta xebata akademîk kêm in û akademîsyen jî çendî di bin pest û pêkutiyê de ne. Gelek akademîsyenên kurd jî ji ber vê daxuyaniyê ketin ber lêpirsînê û doz li wan hatine vekirin.
Gaveke din a ji hêla dewletê ve hatibû avêtin jî di warê waneyên vebijêrkî de bû. Ev gava dewletê jî wekî gavên din bi ser neket. Jixwe armanca rayedarên dewletê jî ne ew bû. Her wiha tevgera siyasî ya kurd jî ev gav wekî gaveke li dijî doza azadiya gelê kurd nirxand û xwe jê dûr girt. Ji ber vê yekê di sala destpêkê de bi tenê 21 hezar kesî dersa kurdî hilbijart.
Ev rûdan û qewimîn bi awayekî zelal nîşan didin ku çarenûsa kurdan û zimanê kurdî bi hev ve girêdayî ye. Ji bo ku zimanê kurdî ji nav diranên pişaftinê rizgar bibe, divê kurd bibin xwedan statû û mafên xwe yên rewa bi dest bixin. Tevî pest û pêkutiyên heyî jî saziyên sivîl û demokratîk ên kurdan ji bo geşkirina zimanê kurdî gavên girîng diavêjin. Îro tevî hemû astengiyan jî di serî de li Amedê, li gelek bajaran dibistan û pêşdibistan hatine vekirin.
Her wiha di bin banê şaredariyên kurdan de navendê çandê û akademiyên çand û hunerê vebûne. Li van saziyan bi kurdî perwerdehî tê kirin. Li gelek bajarên kurdan kanalên televîzyonê vebûne û ew jî bi kurdî (kurmancî û kirmanckî) weşanê dikin. Bo nimûne Zarok Tv ev zêdetirî salekê ye, bi her zaravayên kurdî (kurmancî û kirmanckî) weşanê dike. Li aliyê din Jiyan Tv biryar girt ku weşana xwe bi zaravayê kirmanckî bike. Televîzyonên mîna Ozgur Gun Tv, Azadî Tv, Van Tv digel hemû qeyd û bendên dewletê jî bi giranî weşana xwe bi kurdî dikin.
Li aliyên kanalên mîna Kurdistan 24, War Tv, û hwd. wekî kanalên ji başûrê Kurdistanê, di ser peykê re deng û rengê xwe digihînin gelê bakur, ew jî xizmeteke baş ji bo zimanê kurdî dikin. Her wiha kanalên kurd ên mîna Stêrk Tv, Ronahî Tv, Newroz, KurdSat, KNN, Tîşk Tv hemû xizmeta zimanê kurdî dikin. Lê mixabin tevî hemû daxwaz û handana gelê kurd jî rêxistinên siyasî nekarî dek û dolabên dagirkeran têk bibin û bi konferanseke neteweyî yekgirtina gelê kurd pêk bînin. Heke ev yek pêk bihata dê rewşa gelê kurd û zimanê kurdî gelekî baştir bûya.
Bi hêviya ku sazî û rêxistinên gelê kurd di demeke nêz de karibin yekgirtina xwe ya neteweyî pêk bînin û tevî hemû mirovên azadîxwaz doza aştî û azadiya gelan bi ser bixin, Cejna Zimanê Kurdî li hemû mirovên kurdîperwer û azadîxwaz pîroz dikin.