HEVPEYVÎN:  REŞO RONAHÎ

Îsal cara sêyem Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî hate lidarxistin û cara  ewil juriyê tu berhem hêjayî xelatê nedît. Îsal yek ji endamê juriyê Îrfan Amîda bû. Me hem der heqê xelatnedayînê de, hem jî der heqê rewşa helbesta kurdî de sohbeteke têr   û tije kir.

Maneya vê pêşbirkê ji bo te çi ye? Di qada helbestê de li ser navê Arjen Arî pêşbirkek… Çi maneya wê heye?
Bi qasî ku me şopandiye yan jî bi qasî ku bi xwen- dina xwe em têgihîştine li gelek welatan, gelek caran ev pêşbirk çêdibin; li ser helbestê, çîrokê yan jî ro- manê… Yan jî xelat tên dayîn bi awayekî em bibêjin. Di qada sînemayê de, di qada şanoyê de jî ev têne ki- rin. Ev bi awayekî motîvasyonê jî çêdike, bi awayekî balê jî dikişîne ser wê qadê, kesên ku pê da dikevin jî teşwîq dike. Ew jî bi awayekî pêşiya wê qadê vedike. Em bibêjin helbest; pêşiya helbestê hinekî din vedi- ke, motîve dike bi rastî. Mesela kesên ku dilê wan û helbestê heye; bi rengekî motîvasyonê dide wan ku têkiliya xwe û helbestê xurttir bikin. Ji bo kurdî ev hinekî din jî hewce ye ya rast. Ji ber ku derfet gelekî tunene ji bo kurdî. Çawa derfet tunene? Em baş pê di- zanin ku di warê çapemeniyê de, di warê weşangeriyê de pirsgirêkên nivîskarên kurd hene. Ji bo çapkirina wan, ji bo weşana wan pirsgirêk hene. “Çima li ser navê Arjen Arî” li aliyekî, lê ev bi xwe rê ji wan kesên ku dinivîsin re vedike. Kesê/a bibe yekemîn kitêba wî/ wê tê çapkirin, tê nasîn, bername çêdibin. Ev tiştên girîng in. Divê kesên ku dinivîsin vê derfetê bi kar bînin. Derî hinekî ji helbesta kurdî re jî vekin yanê.
Di sala yekemîn a pêşbirkê de jî ez endemekî ju- riyê bûm. Ligel hinek rexneyên min, a rast kêfa min jê re hatibû. Komek dosye hatin û ew dosye xwedî astekê bûn qet nebe. Divê çawa be? Mesela ligel ku derî jî ji pênûsên ciwan re vedike bi qasî wê divê ew jî, yên beşdar bûyî jî li gora xwe vêya cidî bigirin.

Mesela çend sal bi şûn de di texeyyula te de pêşbirkeke çawa heye?
Bi ya min ne çend sal bi şûn de jî; ya dê hin kes ji îro pê ve gelekî cidî bigirin û li xwe vegerin an jî 2-3 salên din nema didome. Qet nebe ji bo min wilo ye. Çima nema didome? Dema juriyek hate avakirin ji bo pêşbirkê û jurî di dema nirxandinê de netengijî bê hela em kîjan dosye hilbijêrin ev pêşbirk nameşe. Maneya wê namîne bi rastî. Divê kesên ku beşdar bibin jî wateyekê lê bar bikin. Hetta belkî format bihata guhertin. Mesela belkî me bigota “Yaw ya yekemîn me xelat dayê çap bû lê divê yên duyemîn û sêyemîn jî bên çapkirin”. Me dê bigota “Erê, me ji nava wan a baştirîn hilbijart lê bi rastî ev û ev jî ne kêm in. Ev jî hêjayî çapê ne” û em zixtan li weşangeran bixin û bibêjin “Divê ev dosye çap bibin”. Lê eger em vegerin û ji nav dosyeyên ku hatine yekê bidin aliyekî û bibêjin ka em xelat bidinê an nedinê bi ya min pirsgirêkeke gelekî mezin heye û pêşiya vê pêşbirkê jî hinekî di- kole û dê nehêle bimeşe. Dê bi awayekî li deverekê bilikume eger cidî neyê girtin.

Wekî ku raya giştî jî dizane îsal 9 dosye beşdarî pêşbirkê bûn. Ev hejmar li gorî salên borî hejmereke kêm bû. Çima îsal wilo bû? Rewşa heyî ya li Kurdistanê bandor lê kir an na?
Ez beşdarî çend juriyan bûme. Yên herî baş tên belavkirin û yên herî cidî pêşbirkên Arjen Arî û Huseyîn Çelebî ne. Êdî kesên ku bi wêjeyê da dikevin pêdiviyan bi çapemeniyê tuneye ku ka gelo pêşbirka Arjen Arî dê kengî be yan jî ya Huseyîn Çelebî dê kengî be. Bûye çandek êdî. Yanê wê li ku belav bibe? Li ser facebookê û twîtterê belav bibe? Tu bi edebiyatê da dikevî, ne bi facebookê filan da dikevî. Heger tu dinivîsî, heger tu helbestê dinivîsî û heger îddîaya te ya ku tu dibêjî “bila dosyeya min çap bibe” hebe, jixwe tu yê zanibî. Tu yê li dû edebiyatê bî, tu yê berra dû wêya bidî.
Meseleya pêvajoyê… Erê bi pêvajoyê ve girêdayî ye, vêya mirov dikare deyne cihekî. Erê rast e di vê pêvajoyê de ji dilê mirov nayê ku mirov binivîse jî, ligel ku jiyaneke trawmatîk jî heye li Kurdistanê lê hema bigire beriya vê pêvajoyê pêvajoya pêşbirkê dest pê kir. A din jî jixwe dosye di nava mehekê de çênabe. Em bibêjin mesela daxuyanî wê bê dayîn û bê gotin ku “Dê pêşbirka Arjen Arî bê lidarxistin, a sala sêyemîn. Va ye jurî jî ev û ev in” û êêê tu yê rabî di du mehan de dosyayekê binivîsî ma? Carna mirov pê derdixe ku ji xwe re nûçeyekê xwendiye, rûniştiye tiştina nivîsandiye û xwestiye xwe bigihîne pêşbirkê. Ev tiştekî xerîb e. Heger helbestkar be jixwe dosye wê hebe. Îja ji bo helbestkar be jî divê ji wan qonaxan derbas bibe.
Rast e; şer û kuştin û her çîrokên ku her roj der dikevin mirov diêşînin, trawmayê bi mirov re çêdikin lê ne bi tenê bandora vî şerî ye li ser nivîsandinê, yan li ser nivîsa qels an jî li ser pirsa “Çima 9 dosye?”… Yanê ev şer tunebûya wê 19 dosye yan jî 90 dosye bi- hatana? Ez ne di wê baweriyê de me.

Baş e, pirsa sereke; çima îsal xelat nehat dayîn?
Di wextê biryardayînê de min nexwest ku bi kesî/ê (endamên juriyê yên din) re bipeyivim. Ji ber ku belkî min bandorek li ser wan çêkira yan jî belkî wan li ser min bandorek çêkira. Tenê min fikra xwe got. Paşê min got, “heger endamên juriyê yên din dosyeyekê bibêjin ez dikarim dîsa lê binêrim”. Min dikarîbû
şerhê deynim bibêjim na yan jî min dikarîbû bibêjim “Na welle min şaş xwendiye, ez ê xwendineke baştir bikim”. Lê biryara min zû bi zû nedihat guhertin.
Çima nedihat guhertin? Ez dixwazim vê çîrokê vebêjim; sala yekem dema ku ez di juriyê de bûm, min sê yan çar caran dosye xwendin. Di xwendina yekem de çend dosye min danîn aliyekî, ya duyem de… Ya sêyem de êdî 4-5 dosye mabûn, di nav wan 4-5 dos- yeyan de dîsa xwendineke din min kir ku ez gihiştim encamekê ku bi ya min xwendina min rast bû loma wê dosyeyê xelat girt. Çend hevalên din ên juriyê jî heman tiştî gotibûn bêyî ku em bi hev bişêwirin. Lê vê carê… Heta gava min dît ku 9 dosye ne kêfa min jî hat. Min got “Vê carê kesên bira bira xurt şandine. Ez ê çawa karibim ji nav wan dosyeya baştirîn hilbijêrim? Gelo ez ê çend xwendinan bikim?”. Di xwendina yekem de tenê dosyeyek ma. Yeka din jî min danî cem min got “Bila ne tenê yek be. Ez ê herduyan bixwî- nim”. Di xwendina duyem de ma dosyeyek. Ew dosye min dîsa xwend. Min kir û nekir… Bi ya min, min ê neheqî li Arjen Arî jî bikira û li helbestvanên din jî bikira. Diviyabû min xelat nedaya. Ha ev nayê wateya ku nivîskarê/a wê dosyeyê ne helbestkar e. Lê bi ya min diviyabû ew dosye çap neba. Bi ya min diviyabû ew dosye ne hêjayî xelatê ba. Ev nayê wateya ku ji nav 9 dosyeyan kîjan xurt be em ê bidin wê. Em bibêjin 8 dosyeyên din alfabeyê nizanin an bi kurdî nizanin lê ji xwe re tiştin rêz kirine em ê bidin wê? Na!

Ne tenê ji bo vê pêşbirkê, ji bo hemû pêşbirkan carna tê gotin ku jurî dosyeyan li gorî asta xwe dinirxîne. Tu çi difikirî?
Yanê em dikarin bi awayekî erênî jî neyînî jî vê rex- neyê bikin. Bi awayekî erênî, bi çavê juriyê lê dinêrim; yanê mesela em bibêjin asta dosyeyan gelekî bilind e û divê em li gorî asta wan bixwînin. Dibe ku bibêjin ew ji dosyeyên me fêm nakin, asta wan ne wek a me ye. Yan jî em bibêjin Arthur Rimbaud dibêje “Sedsa- la 19’an wê bibîne helbestvanê xwe”. Dema vê dibêje îddîayeke gelekî mezin e. Ev çi ye? Bi awayekî pêhînê li hemû helbestvanan dixe, li helbestê dixe. Yanê şo- reşek e yan jî serhildanek e. Serhildaneke helbestî ye. Dibêje ji vê kêlîkê pê ve helbest a min e. Hemû helbesta klasîk a Fransayê û ya cîhanê red dike. Ev îddîa hebe ser seran, ser çavan. Wê demê dosyeyên ku tên divê bibêjin “Çû qediya. Ez êdî helbesta Îrfan Amîda jî nas nakim, ez a Rênas Jiyan jî nas nakim, ez a Ehmed Huseynî jî nas nakim, ez a Arjen Arî bi xwe jî nas nakim”. Dev ji helbesta klasîk berde, helbesta modern a heyî jî… Wê bibêje ez qîma xwe bi Ber- ken Bereh naynim, bi Kawa Nemir, bi Fatma Savci, bi filano bêvano nayînim. Ew kesê/a ku vêya bibêje dikare bibêje “Welle asta wan ne ew ast e ku helbesta min binirxînin”. Ji bo vêya jî pîvanên gelekî berbiçav hene. Nûbûn bi tena serê xwe nayê pênasekirin, nayê şîrovekirin, nayê nirxandin jî. Nûbûn bi ser kevnê re tê nirxandin. Tu yê zanibî bê kevn çi ye, di çi astê de ye, çi heye, çi tuneye, çima kevn bûye. Yekî/yekê ku bibêje helbesta min nû ye divê bizanibe çima helbes- ta Ehmed Huseynî yan Îrfan Amîda kevn bûye, çima helbesta Arjen Arî bi xwe kevn bûye. Nûbûn ne ew e ku îro çi heye tu wê bibêjî. Arjen Arî behsa Kobaniyê nekiriye. Lê Kobanî gotiye jî li gora xwe. Nûbûn û kevnbûn di ser deng, form, şêwaz, bikaranîna ziman re ye. Heger tu di vana de lawaz bî tu nikarî bibêjî “welle ez nû me”. Ha heger pirsa ku te kir tolerasyon be ew jî neheqiyeke mezin e li helbestê.

Yanê yekî mîna Îrfan Amîda rabe yekî ku cara ewil dosyayek nivîsandiye binirxîne helbet wê jê re lawaz bê ew dosye. Wilo ye bi rastî jî?
Ez mamosteyê dîrokê me. Ez îro ji Heredot bêhtir dîrokê dizanim. Lê ev nayê wê wateyê ku min binge- ha disîplîna dîrokê daniye. Îro belkî xwendekarekî/ê fizîkê ji Newton bêhtir fizîkê dizane. Lê nayê wateya ku ew dibe Newton. Ê wêjeyê jî… Dibe ku îro kes ji me qîma xwe bi helbesta Cegerxwîn neyîne lê ev Ce- gerxwîn tune nake. Heger ez karibim wê qonaxê der- bas bikim… Jixwe edebiyat bi wî rengî diafire. Divê helbestkarên nû li bendê bin jî. Kê li dijî vêya derkeve bi ya min wê neheqî li helbesta kurdî jî bike. Ne bi awayekî ku mirov nexwîne lê divê piştî qonaxekê kes qîma xwe bi Îrfan Amîda, Rênas Jiyan, Lal Laleş, bi helbesta Ehmed Huseynî, Berken Bereh, bi ya Ar- jen Arî neyîne. Ha, rûmetgirtin tiştekî ye, vegere û bixwîne tiştekî ye, li ser bixebite tiştekî ye lê divê jê derbas bike.
Em bibêjin dema 1978’an de Arjen Arî, Rojen Barnas, Berken Bereh, Mem Ronga dest bi helbestê kirin kêm tişt li ber destê wan hebû. Lê îro bila kes vêya neke, hemû kurdên ku dest bi nivîsandina hel- bestê bikin bi sedan pirtûk li ber destê xwe dibînin. Helbestkarên ku bi rengekî bi wan re rabin û rûnin hene. Heger di vê qonaxê de bibêjî “Ez nû dest bi tiş- tekî dikim, na!” Ji kerema xwe re bila heqê vêya bide. Heger nêrîn ew nêrîn be ku Îrfan, Rênas, Berken li gorî asta xwe dinirxînin ez ê bibêjim tu çima vêya derbas nakî yanê? Ha ji bo ku tu ji wan derbas bikî tu yê çi bikî? Bira bira tu yê helbesta wan jî zanibî. Li gorî min tu mafê kesî tuneye ku helbesta Arjen Arî nizanibe, nenêre bê Arjen Arî kê ye û rabe beşdarî
pêşbirkê bibe.
Bi ya min ji qonaxa teqlîdê jî divê derbas bibe. Divê wan derbas bike, li çûra wan bixe ya rast. Ez jî qîma xwe bi vêya tînim, bila derbas bikin. Ji bo ku bikin çi ye? Bila haya wan ji helbestê hebe, bila helbestkar bin. Cemal Sureya dibêje “Her kes di jiyana xwe de hebekî, du heb helbestên baş dinivîse”. Lê mesele ne ew e. Çiqasî asta helbestê nizim kiriye? Ev e mesele. Heger tu 20 helbestan têxî dosyeya xwe û 2 ji wan pir baş bin û 4 helbestên te yî ku mirov bibêje “Ev çi ye!” hebe bi rastî jî pirsgirêk e. Em li wan 2 helbestên baş nanêrin. Nexwe here 18 helbestên xweş jî binivîse û dûre bike dosye. Na welle 2 helbestên baş di dosyeya te de hene… Di hemû dosyeyan de 2 helbestên baş hene. Yan jî tiştin dihatin gotin ku me digot “Sihet xweş. Bê te çawa ev zeft kiriye?” Lê ji hêla din ve tu lê dinêrî ne mantiqa zimên dizane, ne deng dizane, ne formê dizane. Şaşiyên gelekî maddî, gelekî berbiçav hebûn. Tu astê ewqasî bixînî ez dikarim vêya bikim? Murathan Mungan dibêje “Heger banekên meriv hilneweşîne ew ne helbest e”. Ez ê rûnêm helbestê bixwînim û tiştekî bi min neke… Ew helbest e? Bila şaş nebin û nebêjin “Wey ev çi bû?”.
Helbet mirov bi çend tiştan li helbestê dinêre. “Hema min nivîsî û asta min jî ev e, de tolere bikin, ez hîn nû bi kurdî dinivîsim, ez ê di kitêba xwe ya 3-4’an de bibim helbestvan”. Çênabe! Goethe dibêje “Ji bo ku tu helbestkar nas bikî here welatê helbest- kar, ji bo ku tu helbestê nas bikî here welatê helbes- tê”. Heger welatê helbestê hebe kesên ku helbestê dinivîsin berî her kesî bila ew ji xwe bipirsin bê çiqasî gav avêtine wî welatî, sînorê wî welatî derbas kirine yan derbas nekirine. Dibe ku tu neçî li kezeba wî rû- nenê lê ji kerema xwe re piyê xwe bavê nav wî welatî. Heger tu ji derve welatekî nû ji xwe re ava dikî kerem bike. Ji bo wê jî welatê helbestê yê tê behskirin divê tu red bikî. Yan na tu yê neheqîyeke gelekî mezin li helbesta kurdî û zimanê kurdî jî bikî. Tu helbestê di- nivîsî, carna rêzikin hene hevdu teyîd nakin, yek yekê pûç dike. Sîstematîkekê datîne, tu di nav re dinêrî bi xwe wê matematîkê hildiweşîne. Ev tê çi wateyê? Tê wateya ku tu qîmetê nadî pênûsa xwe, fikrê xwe, hes- tê xwe. Bi “Çawa lê hat û…” helbest nayê nivîsandin an huner nayê kirin.
Helbest ne ew e ku em bibêjin tê de aforîzmayên gelekî mezin hebin. Tu li aforîzmayekê nagerî. Tu hê- mayekê zeft bikî tu yê qeyd bikî, yanê neafirînî hê- mayê. Hêma tê dîtin, nayê afirandin. Sembol tê dîtin, nayê afirandin. Jixwe ez li ser wê îddîayê me ku ni- vîskarî tuneye, qeydkirin heye. Tu helbestê qeyd dikî, nanivîsî. Li gorî min divê kes êvarê rûnenê, kompî- tura xwe veneke û nebêje “Ka ez helbestekê yan çîro- kekê binivîsim”. Çîroka te tunebe tu nikarî binivîsî.

Murathan Mungan hate bîra min; dibêje “Bi helbestê tiştin di xwezayê de hene tu ji nû ve şîrove dikî”…
Ew dîtin e, bihîstin e. Ji Auguste Rodîn ê peyker- traşê Frensî dipirsin; “Tu çawa ewqas peykerên gelek xurt çêdikî?” Dibêje “Hêsan e”. Dibêjin “Çawa hêsan e çêkirina vana?” Dibê “Di kevir de tiştên zêde diavê- jim peyker derdikeve”. Mesela ez rahêjim çakûçê xwe ez ê nekarim tiştên zêde biavêjim ji kevir. Çima ez nikarim? Ez nizanim çi zêde ye. Rodîn di wê granîtê de, di wî kevirî de peykerê bi xwe dibîne. Di xwezayê de jî divê tu wek Arîsto lê binêrî. Dema te nedît û zeft nekir tu nikarî binivîsî jî li gorî min. Ji ber vê yekê jî tu bibêjî “Ka ez rûnêm û hêmayekê biafirînim” tu yê bi ser nekevî. Tu kes jî nikare ji sedî sed hukm li peyvê bike. “Ez ê ji xwe re peyvan bînim cem hev û bibe hêma. Ez ê çîroka wê jî saz bikim”, nabe! Bi rastî jî hevdu pûç dikin, ji hevdu dixwin.
Mesela sûret derdikevin gelek caran. Tu lê dinêrî peyvên gelek qelew jî hene carna. Mesela di nav van dosyeyên hatî de jî hene; zor dide tiştekî biafirîne. Ev xwedayetiyeke zixt û zorê ye, ne xwedayetiyeke hunerî ye. Xwedayetiya hunerî gelekî kubar e, zixt û zorê nadê. Yanê nasebiqîne. Kengî kamil dibe wê demê derdikeve. Helbest jî bi vî rengî tê. Tu dikarî bi wî rengî zeft bikî ku li hevdu bê. Hebe tu yê wêya bikî. Dibe ku zimanê te gelekî kompleks be jî. Lê heke ji- yana te jiyaneke kompleks be û tu jiyanê bi kompleks dibînî wê kompleksê ji jiyana xwe derxe yaw. Tişt pê nayê. Dibe ku gelekî bi girîft be ziman. Bila girîft be. Ez nabêjim bila ne girîft be. Lê dema xwînerek bixwî- ne bila bi rengekî wî helbestkarî yan jî wê helbestkarê bibîne, hîs bike. Tu yê bibêjî «wellehî jiyanek bi wî rengî jiyaye». Mesela di çend helbestên Arjen Arî de ev tişt heye ku em bibêjin zor dayiyê, bi zorê tiştekî saz kiriye? Na, tişteke wilo tune ye.
Çend pirsên sereke hene ji bo hunerê, ji bo wêjeyê; divê bizanibe çi qeyd kiriye. Mebesta min ji nivîsê ew e; çi qeyd kiriye? Ez niha ji nişka ve vê sohbetê biqe- dînim û ji te re behsa Mêrdînê, behsa malbata xwe bikim, tu yê di dilê xwe de bibêjî “Îrfan Amîda ji bo çi vêya ji min re dibêje”. Yan jî tu li min guhdar bikî divê ev vegotina min vê pirsê bi xwe bibersivîne. Yan na tu yê bibêjî “Ev çi dibêje?”. Asoxî tu têbigihêjî ku ez çi dibêjim jî tu yê pirseke din bikî; “Çima vêya dibêje?”. Tu çima ji min re dibêjî vêya. Metn jî ew e; heke ez helbestekê yan çîrokekê binivîsim divê ez zanibim ku ez çi dibêjim. Û divê bizanibim ku ez çima vêya vedi- bêjim. Wê kê vêya bibêje? Tu yê bêyî ji min bipirsî? Na, metn wê vêya bibêje. Tu yê ji metnê bipirsî. Ku metnê bersiva xwe neda ew metn metneke qels e yanê. Yan jî gelekî gelekî xurt e ku tu tênagêhîjî çi dibêje.
Metnek hebe helbestkar jî, metn jî tê rexnekirin. Bi ya min divê xwîner an xwendin jî bê rexnekirin. Ji ber ku xwendin jî şêwazek e.

Demekê helbestvanekî digot “Ên niyeta wan nivîsê hebin, ne hewce ye bixwînin”…
Jixwe problemeke xwendinê heye. Xwendin ne tenê bi dengkirin e. Tu herî tîpên Kîrîlî jî hîn bibî tu yê bixwînî. Lê ew nayê wê wateyê ku tu wê dixwînî. Yanê em çawa ji bo edebiyatê behsa subjektîfiyê dikin, xwînerî jî ew e.
Ku tu nizanibî li gorî îdeolojiyekê, li gor îdeayekê bixwînî, tu nikaribî li gorî çandekê bixwînî û tu tenê bi deng bikî tu nikarî ji wir nivîskariyekê, helbestka- riyekê biafirînî. Îro nivîskarên ciwan derba herî giran bi xwe li xwe dixin. Ji ku li xwe dixin? Ji bê xwendinê li xwe dixin. Çima îro helbestnûsan, çîroknûsan, romannûsan naxwînin? Ji ber vê yekê naxwînin. Me- sela me behsa îdeolojiyekê kir. Berê te îdeolojî li ku diafirand? Çawa diafirand? Ji sikakan, ji dibistanan, ji saziyan, ji rêxistinan, ji kargehan… Îdeolojî bi awa- yekî fiîlî dihat afirandin; tu diçû dibistanê têkiliya te û mamoste çêdibû, tu diçû kargehê têkiliya te û patron çêdibû, tu diçû mizgeftê têkiliya te û mella û cimeatê çêdibû, te tiştekî distend têkiliya te û ba- zirgan çêdibû. Îdeolojiya te bi vî awayî derdiket û bi xwendinê jî rûdinişt. Ew îdeolojî çi ye? Nêrîna te ya li jiyanê ye, ne mesela sosyalîzm û lîberalîzm û tiş- tekî din. Wekî din te îja dest pê dikir dixwend, îdeolojî hêdî hêdî rûdinişt. Niha ez dibêjim qey îdeolojî li hin qadên din diafirin.

Wekî çi?
Wekî li ser facebook û twitterê, bêyî pratîk… Divê beriya her tiştî îdeolojiya te hebe, xurt be. Bi çend sloganan ev qonax nayê derbaskirin bi ya min. Heta radeyekê, heger tu wek helwest li helbesta kurdî binêrî jî yan jî wek nasnameyekê, wek pirsgirêka bû- neweriyê tu lê binêrî jî, tu bibêjî “Ez bi nivîsa xwe kurdbûna xwe îspat dikim” jî nabe. Jixwe di vê pê- nasekirinê de, di vê çandê de pirsgirêk heye. Tu çawa temsîlkirina nasnameyekê û çanda nasnameyekê ji hev cihê dikî? Dema tu bijî tu temsîl dikî. Tu tenê bi biryarekê temsîl nakî. Tu îro bibêjî ez kurd im û ez ê bi kurdî binivîsim lê tu îdeolojiya xwe bi awayekî din saz bikî di vir de pirsgirêkên gelekî mezin derdikevin ku êdî tenê tu bi awayekî reaksiyoner diafirînî. Bi ya min ev tiştekî gelekî xeter e.
Tiştekî din; gelek kes dixwazin berhemên wan hebin. Çima? Heger ez xwe wek endamê komekê bibînim û çandeke wê komê hebe, nirxên berz ên wê komê he- bin ez jî dixwazim xwe bikim endamê wê, ez jî xwe îspat bikim bi awayekî. Lê heger ev kom a nivîskaran be û em bibêjin nivîskar qîmetê dibînin û xwendin bi vî rengî be problem heye. Îja ez ê zorê bidimê ku ber- hemeke min hebe. Na, ez xwînerekî xurt im û endamê civakekê me. Heta di ser wê xwendinê re dibe ku ez qadeke nû vebikim ku ne kêmî nivîsandinê be.