xeyala zarok û dayikan: AŞTÎ
ALÎ SERHATLI
Aştî. Xewn û xeyala herî xweşik. Hedef û armanca herî pîroz û mezin a mirovhezan. Lêgerîna azadî û aramiyê ya bi hezaran salan…
Çend sal û zeman, çend dewr û dewran. Çend canên û ciwan, çend war û mekan. Çend nifş. Çend law/keç, bav, dê û bira… Çend hesret, çend hêvî? Çend zindan, çend hejar, çend mirin… Çend û çend çûn ji bo te…
Çend stran, çend helbest, çend wêne, çend zêmar, çend û çend tew ji bo te.
Lê tu ne xuyayî… Tu hê tenê xeyaleke xweşik î, xewneke xweşik î, ji bo dayik û zarokan…
Di vê sedsala ku “piyekî me li fezayê” ye, mixabin hê piyekî me jî li taristana herî reş û zulmat e. Mirovahiya ku dinya di bin serdestiya xwe de pelçiqandiye û berê xwe daye gerestêrkên nû, ligel hin de tecrûbe, serpêhatî û qewimînên dilsoj hê jî wek kêliya ewil, dev ji şer, tepeserkirin û hovitiyên xwe bernedaye. Zilm û şîdeta ji bo bidestxistin û parastina serweriyê, lîstikên tên lîstin, belkî jî bi halê herî kirêt berdewam e. Şer û şerxwez ku dîroka wan bi qasî dîroka mirovahiyê kevn e, bi hemû rê û rêbazên qirêj û zalim îro jî li meydanê ne. Li hemberî wan, aliyê din ê mirovahiyê, hevalbendên aştî û aramî û azadiyê, xwediyên xewna herî xweş jî bi berxwedan û raperîna xwe li meydana aştiyê ne, bi hêvî, li benda roja pêkhatina xewna herî xweşik in.
Îro, ev axa em li ser dijîn ku weke dergûşa mirovahiyê tê pênasekirin, mixabin di bin piyên hov û wehşan de dinale. Hemû bawerî, sinc, qaîde û qûralên ku mirovahiyê heta niha di demên herî kirêt de jî dev jê bernedaye, îro tune têne hesibandin û zilm û zordariyeke heta bibêjî kirêt û bêexlaq û bêwijdan li ser vê axê tê meşandin. Di vî şerê bêpergal û bêexlaq de, bi hezaran mirovên sivîl, jin, zar û zêç, dibin hedefa komkujiyan û ji canê xwe dibin. Bi taybetî jî beşê herî masûm û paqij ê mirovahiyê zarok di vê kirêtiyê de, jiyana xwe winda dikin. Bi hezaran ji cih, war û axa xwe dibin… Bi hezaran dê û bav, hin jê ji birçîbûnê, ji rewşên dijwar ji canê xwe dibin, hin bi xeyalên bo pêşerojeke xweş xwe li deryayên mirinê didin… Koçberî û derbederiya li welatên biyan êdî wekî parçeyekî çarenûsa me ye… Di nava vê rewşa dilsoj û tarî de, em 1’ê Îloneke din pêşwazî dikin. 1’ê Îlona 2016’an. Îsal dîsa girîngî û qîmeta aşitiyê, ji hemû deman bêhtir li pêşberî me ye.
Ji her demê bêhtir pêdiviya me bi aşitiyê heye. Bi taybetî jî herêma me, Rojhilata Navîn û dilê wê Kurdistan.
Kurdistana ku hemû leşxur û paşverûyan berê xwe dayê…
Li aliyekî bajarên wê yên herî qedîm hatin/tên rûxandin; Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex, Farqîn û …
Li aliyekî, êrîşên zebanî û hovan yên li ser Şengal, Kobanî û …
Agirê Rojhilata Navîn yê ji ber şer û pevçûnên nîjadperestî, olî, mezhebî berdewam e, herî zêde jî welatê me dişewitîne.
Hemû hêzên mezin, serdestên wek ku lîstikekê bilîzin herêma me ji xwe re kirine qada şer, giş li warê me li meydanê ne.
Pêşerojeke tarî zulmat li ber me ye. Di nava vê tarî û zulmatê de, em ketin meha Îlonê.
Îlona bi rojeke ku hêviyên mirovahiyê yên ji bo aştiyê tim zînde digire. Îlona aştîxwazan…
***
Aştî, xewna herî xweş, a mirovên baş. Xeyala dayik û zarokan…
Niha pêdiviya têkoşîna ji bo aşitiyê, xurtkirina daxwaza aşitiyê ji her demê hewce ye.
Lewra aştî dawî lêhatina şer e. Dawî lêhatina kedxwarî û koledariyê ye. Dawî lêhatina zilm û pêkutiyan e. Dawî lêhatina tarîtî û zulmatê ye.
Aştî, nanekî germ e li ser sifra me.
Aştî ew rewş e ku dayik wê êdî ne bi tengezarî û metirsî çav li rêya zarokê xwe bibin.
Aştî dawîlêhatina hemû cure şer, tepeserkirin, kedxwarî û derbederiyan e.
Loma jî, em careke din dibêjin, silav li aştîxwazan.
Silav li mirovên xwediyê xeyala herî xweşik.
Silav li aştîperweran.